Koordînasyona KJK’ê bi peyameke salvegera 11’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir û diyar kir ku Şoreşa Rojava di sedsala 21’an de ku pergala kapîtalîst hewl dide hêviya gelan bişkîne, navê geşkirina hêviyê û tevna jiyana nû ye.
Koordînasyona KJK’ê peyamek weşand û salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kir.
KJK’ê di peyama xwe de diyar kir ku ev şoreş di serî de li Rêber Apo, li hemû jin û gelan pîroz be û got:
“Li cîhanê ku jin li mal û sînorên dewletê hatine hepskirin, jinên Kurd li Rojava li dijî DAÎŞ’ê û paşverûtiya AKP-MHP’ê bêyî tirs şer kirin.
Şoreşa Rojava di sedsala 21’an de ku pergala kapîtalîst hewl dide hêviya gelan bişkîne, navê geşkirina hêviyê û tevna jiyana nû ye.
Şoreşa Jinê ya Rojava di ronahiya paradîgmaya Rêber Apo ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê de pêş ket.
Jinên ku lêgerîna wan a jiyana nû ti carî kêm nebûye ji 7 heta 70’ê salî pêşengî ji Şoreşa Rojava re kirin.
KJK’ê da zanîn ku Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye û wiha anî ziman:
Jinên ku ji YPJ’ê heta parastina cewherî, ji Kongra Star heta avakirina sîstema konfederal di her asta şoreşê de cih girtin, li ser felsefeya Rêber Apo xwe ronî kirin û bûn garantiya şoreşê.
Bi sîstema hevserokatiyê re nûneriya jinê ya di rêveberiyê de xurt bûye û cewherê demokratîk û adil a jinê li hemû qada civakê belav bûye.
Ev jinên hêja li dijî hişmendiya kapîtalîst ku hest, gel û jinan parçe dike, bûn bingehê konfederalîzma jinên cîhanê.
Di dawiyê de KJK’ê ev bang kir:
Em bang li jinên şoreşger-sosyalîst û gelan dikin ku di sala 11’an a şoreşê de bi ruhê berxwedanê yê Kobanê li dijî êrişên faşîst xwedî li Şoreşa Rojava derkevin û biparêzin.
MSD: Şoreşa 19 Tîrmehê li hember hewldanên dijberî axa Sûriyê sekinî