Remzî Kartal: Bi tecrîdê dixwazin pêşî nêrînên Rêber Apo bigrin

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal tecrîd şermezar kir û wiha got:“Gefên jehrîkirinê li Rêber Apo hene û divê em li gor vê rastiyê tevbigerin.
Di zagonan de mafê ‘hêviyê heye’ lê dema mijar dibe Kurd ti zagon nayên pêkanîn.

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal tecrîda girankirî ya li dijî Rêber APO şermezar kir û wiha axivî:

Dewleta Tirk a dagirker, bi girankirina tecrîdê ve armanc dike ku têkiliya gel û Rêber Apo qût bike.

Dixwazin nêrînên Rêber Apo yên di derbarê pêvajo û demê de neyên bihîstin.

“Pergala Îmraliyê ji derveyî zagonên navnetewî ye”

Kartal dazanîn ku li îmraliyê pergaleke kêfî heye ev pergal ti zagonên navnetewî de nîne û wiha berdewamî da axaftina xwe:

“Di zagonên navnetewî de ji bo girtiyan mafê hêviyê heye û ji 25 salan zêdetir kes di girtîgehan de namîne.

Ev maf li gor zagonan ji girtiyan re heye.

Di vê çarçoveyê de dadgeha mafê mirovan yê Ewropayê biryar da ku mafê Rêber Apo yê hêviyê heye û pêwîste piştî 25 salên bê berdan.

Ji bo wê divê dewleta Tirk vê biryara dadgehê pêk bîne.

Dema ku dewleta Tirk biryara dadgeha mafê mirovan a Ewropayê pêk neyne, hingê Konseya Ewropa divê li ser Tirkiyê biryaran bigire.

Lê mixabin Konseya Ewropa jî çavê xwe li Tirkiyê digirin.

Raste di zagonan de mafê hêviyê heye, lê dema mijar dibe Kurd ti maf namîne.”

“Pêkanîna fikrê Rêber Apo wê tecrîdê bê wate bike”

Remzî Kartal li dijî tecrîdê herî dawî ev bangawazî kir:

“Xebata herî mezin ji bo Rêber Apo, avakirina pergala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.

Ev pergal Konfederalîzma Netewa Demokratîk û bi Netewa Demokratîk avakirina pergala civakê ye.

Li fikrên Rêber Apo xwedî derbikevin û bi çalakiyên cûr be cûr xebat bikin.

Azadiya Rêber Apo têkçûna faşîzma dewleta Tirk e.

Li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava çareseriya bingehîn paradîgma û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.

Pêwîste her kesek li qada ku lê jiyan dike xebat bide meşandin û bêdeng nemîne.

Back to top button