Li Tebqayê çalakiyek hunerî hate li dar xistin

Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê bi diruşma “Dê azadî, bi Jin, Jiyan, Azadî bi ser bikeve” bi boneya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê çalakiyek hunerî li dar xist û tê de wêne û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan hatin nîşandan .

Di çalakiyê de bi dehan şênî, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, meclisên leşkerî, partiyên siyasî, tevgerên jinan û ciwanan amade bûn.

Berdevka Meclisa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê Şeze El Elî di çalakiyê de axivî û bixêrhatina beşdaran kir.

Endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê Aye Silêman jî salvegera şoreşa Rojava li Rêber APO pîroz kir û diyar kir ku bi boneya Şoreşa 19′ê Tîrmehê me ev çalakiya hunerî li dar xist .

Aye balkişand ser rola jin di şoreşa Rojava de û got: “Cîhan tevahî dizane ku jinê di Şoreşa 19′ê Tîrmehê de roleke mezin lîst û xwe îsbat kir ku ew bingeha civakê ye.”

Di çalakiyê de koma Minbicê ya şano û koma Zenûbiya ya Navenda Hîlala Zêrîn şano pêşkêş kirin.

Çalakî bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû .

Back to top button