Xaça Sor ya Navdewletî: Divê dewlet welatiyên xwe yên li Kampa Holê wergirin

Xaça Sor a Navdewletî, careke din banga li dewletan kir ku welatiyên xwe ji Kampa Holê werbigirin.

Rêveberê Xaça Sor a navdewletî li Rojhilata Navîn diyar kir ku bi sedan zarokên li Kampa Holê ” hîna zehmetiyan ji ber bendewriya vegera li welatên xwe dikîşnin.”

Komîteya Xaça Sorî ya Navdewletî bang li dewletên ku welatiyên wan di kampê de ne kir ku welatiyên xwe ji Kampê werbigirin.

Li Kampa Holê ya Rojhilatê Hesekê 60 hezar koçber û penaber di nav de bi hezaran malbatên DAIŞ’ê hene.

Back to top button