Pêkhateyên Qamişlo: Li hember siyasetên qirêj emê têkoşînê mezin bikin

Şêniyên Qamişlo nameyên gefxwarinê yên li dijî Rêber Apo şermezar kirin û diyar kirin ku ji bo bidestxistina azadiya fîzîzkî ya Rêber Apo wê têkoşîna mezin bikin.

Welatiyê bi navê Ciwan Hesen ê ji pêkhateya Kurd a siyasetên tecrîdê û îşkenceyê li Îmraliyê şermezar kir û diyar kir ku nameyên gevxwarinê ên radestî Rêber Apo hatine kirin, ji bo qutkirina dengê fikra azade.

Hesen got: “Li hember van siyasetan em ê vîna xwe xurt bikin û têkoşîna xwe mezin bikin.”

Li aliyekî din welatiyê Ermenî Nûbar Kênco bêdengiya hêzên navneteweyî li hember kiryarên dewleta Tirk li dijî Rêber Apo şermezar kir û siyasetên dewleta Tirk bi dermirovî wesif kirin.

Welatiyê bi navê ji Şemsedîn Bediredîn ji pêkhateya Ereb got: “Armanc ji êrişên li dijî Rêber Abdullah Ocalan di şexsê wî de vîna gelên azadîxwaz bikişînin.”

Welatiya bi navê Wesfiye Mûsa jî ya ji pêkhateya Kurd destnîşan kir ku wê siyasetên tirkiyê li pêş berxwedan û têkoşînê nebin bend ji ber ku me xwe spartiye fikrên Rêber Apo.

Back to top button