Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li Tebqayê ji bo şermezarkirina kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşek bi meşaleyan li dar xist.
Di meşê de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, tevgerên ciwanan û Yekitiya Jinên Ciwan beşdar bûn.
Meş ji taxa yekê ya bajêr, dest pê kir. beşdaran meşale, alên ciwanên şoreşger û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan.
Ciwan heta Navenda Tevgera Xwendekarên Demokratîk meşiyan û li wir daxuyaniyek dan.
Li wir hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê Mehmûd Yetîm daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hate gotin:
“Em ciwanên şoreşger bang li tevahî pêkhate û gelê azadîxwaz dikin ku dakevin qadan û kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar bikin.
Em ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li qadan bin û li dijî dewaleta Tirk a dagirker bisekinin.”