Mamostayê Zanîngeha Helebce ya Başûrê Kurdistanê Ehmed Mîre derbaê tecrîda li dijî Rêber APO de axivî û got:
”Bi tecrîdkirina Birêz Ocalan tevayî pirsgirêkên Kurdan ên li Rojhilata Navîn tê xistina jêr tecrîdê de. Bi azadbûna Birêz Ocalan re wê ferhenga mirovahiyê li cîhanê bê guhertin.”
Mamoste Ehmed Mîre diyar kir ku tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi hinek aliyên siyasî û dîrokî ve girêdaye.
Ehmed Mîre got: ”Birêz Ocalan di girtîgehê de be yan jî li derveyî girtîgehê be bandorek wî ya mezin li ser gelê kurd, mirovahî heye.
Bi derketina dervey girtîgehê ya Birêz Ocalan re wê ferhanga mirovahiyê de guhertin çêbin.
Li gelek navendên cîhanê li dijî tecrîdê pêngav hatiye ragihandin.
Li Başûrê Kurdistanê jî her çiqas li her cihî tevlîbûn ji vê pêngavê re çênebe jî, sedema wê hikûmraniya ku hevkariya dewleta Tirk dike ye.”
Mamostayê Zanîngeha Helebcê Ehmed Mîre di dawiyê de destnîşan kir ku Pêwîste pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan berdewam be û di asta cîhanî de hîn berfireh be.



