Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan tecrîda li Îmraliyê nirxand

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir pêngava navnetewî ya ku ji bo azadiya Rêber Apo hatiye destpêkirin xwedî girîngiyeke mezin e û wiha got,
Ev pêngava azadbûnê û xwe azadkirinê ye. Ji bo her kesî têkoşîneke azadiyê ye.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan beşdarî televîzyona Medya Haberê bû û rojevên heyî nirxand.

Yek ji mijarên di rojeva Dûran Kalkan de tecrîda giran a li dijî Rêber Apo û pêngava ku ji bo azadiya wî hatiye destpêkirin bû.

Dûran Kalkan: Pêngava ji bo azadiya Rêber Apo gelekî girîng e

Kalkan bal kişande li ser girîngiya Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî ku li ser asta navnetewî hatiye destpêkirin û wiha got,

“Li ser bingeha azadiya Rêber Apo, di asta navnetewî de kampanyayek a azadiyê didome. Ev têra xwe girîng û watedar e.

Ev kampanyaya di rastiyê de, kampanyayek a azadiyê ye, kampanyaya azadbûnê û xwe azadkirinê ye.

Ev pêngav li dijî sîstema îşkenceyê ya îmraliyê, pêngaveke di cih de ye lewma divê were mezin kirin.”

Dûran Kalkan: Divê jin li pêngavê xwedî derdevin û belav bikin

Kalkan balkişand ser rola jinan a di pêngavê de û got:

“Divê herî zêde jinên ku ji sîstemê zirar dibînin xwedî li vê pêngavê derkevin.

Û pêngavê li tevahî cîhanê belav bikin.”

Dûran Kalkan: Şerê gerîla bi pêşengiya yja starê didome

Li aliyê din yek ji mijara di rojeva Kalkan de berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê bû.

Kalkan diyar kir ku di rewşa heyî de şer li her qadê didome û got:

“Şerê me bi pêşengiya YJA Starê didome. YJA Star di hemû bîlançoyên çalakiyan de pêşeng e.

Têkoşîna wan di dîrokê de têkoşîna herî girîng û watedar e.

Pêşengiya YJA Starê nîşan dide ku di şer de Têkoşîna Azadiya Kurd û şerê gerîla ji aliyê bîrdozî ve çiqasî girîng e.”

Dûran Kalkan: Bêyî PDK û cerdevanan hêza artêşa Tirk a şer bike nema ye

Dûran Kalkan diyar kir ku artêşa Tirk piştgiriya PDK’ê xwe li ser piyan digire û got:

“Dewleta Tirk bêyî piştgiriya PDK’ê û cerdevanan hêza wan a şer nemaye, tune ye.

Li hemberî gerîla gelek caran têk diçin.

Artêşa Tirk li pişt PDK’ê asê maye û xwe bi vî rengî vedişêre.

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê berxwedaneke mezin heye.

Heta ku êrîşên faşîst, mêtinger, qirker ên li ser Kurdan bidome, berxwedan û şer jî wê dewam bike.

Back to top button