DYA: 3 hezar leşker li balefirgeha Kabulê bicih kir

Cîhan jî ji bo rewşa li Efganîstanê ketîye nava tevgerê.
Washîngtonê ji bo veguhastina dîplomatan û welatiyên Amerîkî 3 hezar leşker li balafirgeha Kabulê bi cih kir.
Hemwextî wê NATO ji bo Efxanistnê dicive û Brîtanya jî ragihand ku wê leşkeran bişîne.
NY jî biryara domandina alîkariya mirovî ya bi Efxaniyan re da.

Li nava cîhanê jî yek ji mijarê herî sereke rewşa li Efxanistanê ye.

Tevî metirsiya ji pêşketina Talîbanê ya li welat, bertek û nerazîbûn derketine pêş.

Hikumeta Efxan ya ku nikare welat biparêze li gel Amerîka fikar dane avakirin.

Li ser vê yekê Washîngtonê nîvê şevê ji bo veguhastina dîplomatan û welatiyên Amerîkî 3 hezar leşker li balafirgeha Kabulê bi cih kir.

Londonê jî bi heman armancê 600 leşker bi cih kir.

NATO ji bo rewşa li Efxanistanê dicive

Hemwextî van geşedanan NATO jî bi awayekî awerte dicive.

Sekretêrê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg dê civînê bi rêve bibe.

Ev civîn piştî biryara DYA’yê ya dersînorkriina diplomat û welatiyên xwe ji Efxnistanê tê lidarxistin.

Li gorî AFP’ê “dersînorkirin” dê mijara sereke ya civînê be, her wiha dê rewşa giştî ya Efganistanê werin nîqaşkirin.

Lavrov: Pêwiste pêvajoya danûstandinan careke din destpê bike

Li aliyekî din Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Sergey Lavrov di dema serdana xwe ya li gundê Sambek ê li herêma Rostov a Rûsyayê têkildarî Efxanistanê axivî.

Lavrov diyar kir ku divê çareseriya pirsgirêka Efxanistanê bi beşdariya hemû hêzên siyasî, etnîkî û olî yên li welêt pêk were.

NY biryara domandina alîkariya mirovî ji bo Efxanan da

Berdevkê Ofîsa Koordînasyona Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (UNOCHA) Jens Laerke, li navenda xwe ya Cenevê daxuyaniyek çapemeniyê dan.

Jens Laerke dazanîn ku ew 70 salin li Efxanistanê ne û dazanîn ku wê alîkariya xwe ya ji bo xelkê Efxan bidomînin.

 NY ji bo welatên cîran yên Efxan: Sînorên xwe vekirî bihêlin

Di demeke ku ji ber metirsiya Talîbanê koçberî zêde bûyî ji Komseriya Bilind ya Koçberiyê ya NY (UNHCR), bangek hate kirin ku welatên cîranê Efxanistanê sînorê xwe vekirî bihêlin.

Komseriyê diyar kir ku bi nedîtina cihên ewle re dibe ku gelek sivîl jiyana xwe ji dest bidin.

Bernameya Xurekî ya Cîhanê jî rewşa li welat bi xeteriyek zêde binav kir.

Back to top button