Dagirkeriya dewleta Tirk li Hewlêrê hat şermezarkirin

Nerazîbûnên gelê û rêxistinên başûrê Kurdistanê yên li dijî êrîşên dagirkeriyê a dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeran re,zêde dibin.
Sefîn Dizayî yê PDKyî li xwe mikur hat ku wan destûr daye ku dewleta Tirk rê çê bike û daran bibire.

Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk xelkê Hewlêrê li pêşiya parlamentoya Herêma başûrê Kurdistanê kom bûn.

Di kombûna ku bi pêşengtiya Hizba Komunîst a Kurdistanê pêk hat, daxuyaniyak hat dayîn û êrîşên dewleta Tirk şermezar kir..

Di daxuyaniyê de banga danîna sînorekî ji dagirkeriya Tirkiyê re û derxistina wê ji başûrê Kurdistanê hat kirin.

Her wiha bal hate kişandin li ser talankirina xwezaya herêmê û hat diyar kirin ku divê hemû xweza were parastin.

Piştî daxuyaniyê, Hizba Komunîst a Kurdistanê daxwaznameyek radestî parlamentoyê kir.

Di daxwaznameyê de ji parlamentoyê tê xwestin ku sînorek ji dagirkeriya deweta Tirk re deyne û talankirina xwezaya Kurdistanê were rawestandin.

”Berî ku dewleta Tirk daran bibire, PDK agahdar kiriye”

Li ser talankirina xwezaya başûrê Kurdistanê Berpirsê Navenda Peywendiyên Derve ya başûrê Kurdistanê Sefîn Dizeyî li hin tiştan mukur hat.

Sefîn Dizeyî di beşeke hevpeyvîna xwe ya li gel Dengê Amerîkayê de li xwe mukur hat ku dewleta Tirk beriya ku dar bibirre, PDK’ê agahdar kirine.

Back to top button