Yûnanistanê bang li “YE” kir ku civîneke awarte li dar bixe

Hikûmeta Yûnanistanê bang li Yekîtiya Ewropayê kir ku derbarê binpêkirinên Tirkiyê yên li Deryaya Spî, civîneke awarte li dar bixe.

Li gorî Pîlotburuya Serokwezîrê Yûnansitanê, Kyriakos Mitsotakis, wê wezîrê derve yê welat, daxwaz ji Yekîtiya Ewropayê bike ku civîneke awarte li dar bixe.

Berdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve yê YE’yê Peter Stano jî derbarê mijarê de got ku ew bi Yûnanistan û Qibrisê re ne.

Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk jî li ser bersivdayîna erênî ya Yekîtiya Ewropayê berteka xwe nîşan da.

Li aliyê din, li dijî tevgera Tirkiyê di Deryaya Spî de, hejmareke balafirên şer ên Fransayê gihan Qibrisê.

Back to top button