Li Efrîna dagikirî, rojane kiryarên hovane yên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî şênî û şûnwaran zêde dibin.
Li navçeya Mabeta çeteyan bi ser gundê Birîmce girt û 11 sivîl revandin, li navçeya Raco jî şûnwaran talan dikin.
Hevserokê Gerînendetiya Şûnwaran a herêma Efrînê Hemîd Nasir bang li rêxistina UNESCO kir ku sûcên dewleta Tirk ên li dijî şûnwaran, belge bikin.
Dewleta Tirk û çeteyên wê, hemû sûcên hovane li dijî sivîl û şûnwarên Efrînê pêk tînin.
Rêxistina Mafê Mirovan- Efrîn ragihand ku duh çeteyên dewleta Tirk bi ser gundê Birîmce yê Mabeta girt û 6 sivîl revandin.
Navên kesên ku hatine revandin wiha ne:
Esi’d Xelîl Mûrad
Nûrî Mistefa Bekir
Şêxo Xelîl Hesen
Fayiq Sebrî Mûsa
Ebdo Xelîl Ebas
Mihemed Beşîr
Vê sibehê carek din çeteyan bi ser gund de girtin û 5 sivîlên din jî revandin.
Çalakvanên Efrînê da zanîn ku navên kesên ku îro hatine revandin wiha ne.
Ehmed Bekir
Necmedîn Betal
Mihemed Nûrî Sîdo
Îsam Mihemed Mûsa
Mistefa Sîdo
Çeteyan ji bo berdana her kesekî, 250 hezar Lîreyê Sûrî, fidye xwstin.
Çete li navçeya Raco şûnwaran talan dikin
Li aliyê din, Dewleta Tirk û çeteyên wê ji bo qirkirina dîroka Efrînê, şûnwran talan û wêran dikin.
Çeteyan ziyareta Se’ibê Sûrkê yê di navbera gundên Edema û Elbîskê yên Raco talan û wêran kir.
Gerînendetiya Şûnwaran: Divê UNESCO sûcên Tirkiyê belge bike
Derbarê talan û wêrankirina dewleta Tirk û çeteyên wê ji şûnwar Efrînê re Hevserokê Gerînendetiya Şûnwaran a herêma Efrînê Hemîd Nasir ji Anaha re axivî.
Nasir got:”Li Efrînê zêdetirî 80 gir û 35 şûnwar hene, û em sûcên dagirkeriya Tirk li dijî şûnwaran, belge dikin.”
Nasir tekez kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê zêdetirî 25 gir û cihên şûnwarî talan û wêran kirine.
Hemîd Nasir bang li rêxistina UNESCO kir ku komîteyekê ava bikin û sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêm û şûnwaran belge bikin.