Ji Heftenînê heta Dêrsimê gerîlayan rêzeçalakî pêk anîn

Ji Heftanînê heta bi Dersimê çalakî!

Gerîlayên HPG/YJA Starê….

Li Colemerg, Dersim û Agiriyê çalakî kirin.

Tespîtbûyî 7 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Li seranserê xeta başûr û bakurê kurdistanê di navbera artêşa Tirk a dagirker û gerîlayên HPG’ê de şerekî dijwar di qewime.

Gerîlayên HPG û YJA Starê ji Heftenînê heta Dêrsimê li artêşa Tirk xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên li Heftenîn, Colemerg, Dersim û Agiriyê bi daxuyaniyeke nivîskî ev agahî parve kir.

HPG: Herî kêm 7 leşkerên Tirk hatin kuştin

“Pêngava Şoreşger a Cenga Heftenînê ya li dijî artêşa Tirk a dagirker didome.

10’ê Tebaxê gerîlayan li Girê Qesrokê yê qada partîzanê li dijî leşkerên dagirker çalakîyeke sekvaniyê pêk anîn û leşkerek hate kuştin.

Heman rojê gerîlayên YJA Starê, li qada Bektorya li dijî leşkerên li Girê Katosulê çalakiyeke sekvaniyê pêk anîn û leşkerek hate kuştin.

8’ê Tebaxê li qada Pîrbila ji ber şerê giran peywendiya bi gerîlayekî re qut bûye.

Gerîla Sorxwîn Amed, di şerê li qada Pîrbila de li dijî hêzên dagirker heta bi guleya xwe ya dawî bi lehengî şer kir û tevlî nav karwanê şehîdan bû.

9’ê Tebaxê artêşa dagirker li dijî qada Pîrbilayê êrîşa hewayî pêk anî.

HPG’ê ragihand ku di vê êrîşê de, gerîla Ferman û Mazlûm şehîd bûne û wê têkildarî nasnameyên wan di demên pêş de agahiyên berfireh parve bikin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de gerîlayên YJA Starê li navçeya Geverê ya Colemêrgê, li derdora qereqoa Zînê yekîneyên veşartî yên dagirkeran demeke dirêj piştî ku kirine bin kontrola xwe 11’ê Tebaxê çalakî pêk anîn.

Di encamê de, 3 leşkerên dewleta dagirker hatin kuştin.

10’ê Tebaxê gerîlayan li navçeya Xozatê ya Dersimê, li gundê Çakmaklî li dijî kontroyan ku di çêkirina qereqolê de dixebitin çalakiyek kirin.

Derb li wesayiya kontrayan hate xistin, li ser kuştî û birîndarên dewleta tirk agahiyên zelal ne hatin bidestxistin.

Li navçeya Bazidê ya Agirî, li nêzî gundê Mişkê gerîlayan yekîneyeke veşartî ya artêşa Tirk bi temamî kontrol kir.

9’ê Tebaxê gerîlayan li dijî van yekîneyên dijmin ji du baskan ve çalakî kirin.

Di van çalakiyan de 2 leşker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.”

Back to top button