Amerîkayê, Îran hişyar kir

Amerîkayê piştî rakirina cezayên li ser pereyên Îranê, Tehran hişyar kir.
Amerîkaiyê ragihad divê Tehran pereyan di armancên nebaş de bikar neyne.
Ji xeynî vê yekê wê careke din pereyên Îranê werin cemidanin.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka yê piştî rakirina cezayên li ser pereyên Îranê hişyarî da Tehranê.

Amerîkaiyê diyar kir eger Tehran pereyan di armancên nebaş de bikar bîne ew ê careke din bicemidînin.

Waşîngtonê roja Duşemê ragihand 6 milyar dolar ji pereyên Îranê yên ku li Koreya Başûr hatine cemidandin, wê berdin.

Ew pere wê li bankayên Qeterê veguhêzin hesabekî taybet.

Bi vê yekê re Îran dikare pereyên xwe bigire.

Lihevkirina dinavbera herdû welatan de di meha Tebaxê de hat îmzekirin.

Li gorî wê Tehran dê 5 hemwelatiyên Amerîkî yên ku girtibûn berde.

Amerîkayê jî ji bilî bidawî kirina cemidandina pereyên Îranê wê 5 girtiyên Îranî serbest berde.

Amerîka: Divê Îran pereyan di rêkên xirab de bikar neyne

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller ji rojnamevanan re wiha got:

“Em ê hişyar bin û xerckirina van pereyan bişopînin.

Eger hewce bike derfeta me heye, em wan dîsa bicemidînin”.

Îran piştî ku ji peymana seûl vekişiya ceza lê hat birîn

Ev pereyên Îranê di çarçoveya firotina petrola welêt bo Koreya Başûr de bûn.

Piştî Amerîka bi awayekî yekalî ji peymana nukleerî ya bi Îranê re vekişiya, vê carê dest bi ferzkirina cezayên li ser wê kir.

Seûlê jî di vê çarçoveyê de, pereyên Îranê yên li gel xwe cemidand.

Biden: Îran bi wê perê tenê dikar kelûpelên mirovî bikire

Serokê Amerîkayê Joe Biden teqez kir ku Îran dikare van pereyan tenê ji bo kirîna xwarin, derman û kelûpelên din ên mirovî bikar bîne.

Ji bilî vê yekê wê bi cezayên giran ên Amerîkayên re rûbirû bimîne.

Lê hin berpirsên Tehranê diyar kirin ku di xerckirina van pereyan de ti astengî nînin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî Duşema borî gotibû ew dikarin her cure berheman bikirin.

Di navbera Îran û Amerîkayê de pevguhertina girtiyan

Back to top button