Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di serdana xwe ya ji bo Tirkiyê de bi serokomarê Tirkiyê Erdogan civiya.
Têkildarî civînê Ofîsa Mistefa Kazimî daxuyaniyek weşand û ragihand di civînê de li ser xûrtkirina peywendiyên her du welatan, berjewendiyên hevbeş û xurtkirina pêwendiyên bazirganiyê axivîne.
Her wiha Kazimî daxwaz ji kompanyên Tirkiyeyê kiriye ku li Iraqê bixebitin.
Li aliyê din li gorî çavkaniyên malpera El- Erebiye di civîna her du aliyan de mijara herî giring PKK û lihevkirina Hewlêr-Bexda ya li ser Şengalê bûye.