Eyşe Hiso: Neteweya demokratîk projeya herî serkeftî ye

PYD’ê ji bo nirxandina rewşa siyasî civînek ji şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê re li dar xist.

Bi dehan şênî, di nav de rewşenbîr, rûspiyên êlên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê beşdarî civînê bûn.

Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso di civînê de axivî û hikumeta Şamê bi hewldanên xwe yên derxistina fitneyê li herêmê ajindeyên dewleta Tirk a dagirker pêk tîn.

Eyşê Hiso projeya neteweya demokratîk bi ya herî serkeftî li ser xaka Sûriyê bi nav kir.

Eyşe îşaret pê kir, ku PYD’ê beşek ji MSD’ê ye, armanca wê hemû hêzên muxalefeta rasteqîn li ser maseyeke diyalogên Sûrî-Sûrî kom bike.

Back to top button