Di demeke ku aloziya di navbera Yûnanistan û Tirkiyeyê di asteke bilind de ye, Serokwezîrê Yewnanistanê ragihand ew ê 18 balafirên ji Fransayê bikirin.
Serokwezîrê Yewnanistanê Kiryakus Mîtsotakîs duh Şemiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê 18 balafirên şer ên Rafale yên Fransayê û 4 helîkopteran bikirin.
Serokwezîr diyar kir ku wê 15 hezar leşkerên din li artêşê zêde bikin û hîn bêhtir parastinê xurt bikin.
Kiryakus got, “Dem hatiye ku em hêzên xwe yên çekdar xurt bikin. ” û diyar kir ku ev plan wê bi hezaran qadên kar jî biafirîne.
Wezîra Parastinê ya Fransayê Florence Parly jî bi rêya Twîtterê daxuyaniyek da û kêfxweşiya xwe ji ber firotina balafirên şer anî ziman.