HPG nasnameya gerîlayekî şehîd bûye eşkere kir

HPG’ê nasnameya gerîlayekî ku sala 2018’an şehîd bûye eşkere kir û sersaxî ji gelê Kurdistanê re xwest.

HPG’ê bi daxuyaniyek nasnameya gerîlayeke şehîd bûye eşkere kir.

HPG’ê got:

“Hevrêyê me Zinar ku 27’ê Mijdara 2018’an li Milazgîr a Mûşê di şer de bi giranî birîndar bû, ji bo nekeve destê dijmin şehîd bû. ”

Li ser kesayeta gerîlayê şehîd HPG’ê anî ziman bi xeta berxwedanê ya fedaî ya gerîla re dilsoz ma û wiha got:

Hevrêyê me Zinar ku bi jiyan, têkoşîn û şerê xwe bû yek ji mînakên bêhempa yê fedaîtiyê, weke fermandarekî pêşeng ê Şerê me yê Gel ê Şoreşgerî cihê xwe di dîroka me ya têkoşînê de girt.

Di serî de malbata şehîd re, HPG’ê sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest.

Agahiyên li ser nasnameya gerîlayê şehîd wiha ne:

Nasnav: Zinar Amed
Nav paşnav: Alî Akbaş
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik: Hasîme Sûltan
Bav: Îzzettîn
Dem û cihê şehadetê: 27’ê Mijdara 2018/Mûş

Back to top button