HPG nasnameya gerîlayekî ku li Bestayê şehîd bûye eşkere kir

HGP’ê nasnameya gerîlayekî ku di 12’ê Tîrmehê de li Bestayê şehîd bûye eşkere kir.

Li aliyê din HGP’ê bi daxuyaniyeke cuda nasnameya gerîlayekî ku di 12’ê Tîrmehê de li Bestayê şehîd bûye eşkere kir.

HPG’ê diyar kir hevrêyê wan Rizgar bi îradeyek mezin û bi hişmendiya layiqî xeta şehîdan, heta dawî têkoşiya û wiha got:

“Hevrêyê me bi pratîka xwe ya serkeftî û hevaltiya xwe ya ji dil, li Botanê bû gerîlayekî mînak ê Apoyî.

Hevrêyê me yê ku li herêma Kêla Memê û Besta ya Botanê gerîlatî kir, tevlî gelek çalakiyên ku derbên giran li dijmin hate xistin bû û li hemberî dijminê dagirker rola xwe bi cih anî.”

Hêzên Parastina Gel HPG’ê di serî de ji malbata gerîlayê şehîd, sersaxiyê ji tevahî gelê Kurdistanê re xwest û got:

Em soza xwe dubare dikin ku di şexsê hevrêyê me Rizgar de em ê bîranîna hemû şehîdên şoreşê di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.

Li gorî daxuyaniyê agahiyên li ser nasnameya gerîlayê şehîd bûye wiha ne:

Nasnav: Rizgar Îdexî
Nav û paşnav: Sînan Arar
Cihê jidayikûnê: Colemêrg
Navê dê: Meryem
Navê bav: Ramazan
Dîrok û cihê şehadetê: 12’ê Tîrmeha 2023’an / Besta

Back to top button