Rojnemevan Behêz Hisên: Divê fermî Rêveberiya Xweser a Şengalê bê naskirin

Rojnamevan Behêz Hisên derbarê Fermana 3’ê Tebaxê de da zanîn ku hêzên pêşmerge Şengal û xelkê Şengalê kirin qurban û tenê hêlan.

Rojnamevan Behêz Hisên diyar kir ku DAIŞ armanc kiribû ku Êzidiyan an jî qewmê resen ê Kurdî tûne bike.

Çawa ku di dîrokê de gelek caran ev yek hatiye kirin, ev hewldan jî bi serneket û got :

”Ger her du tîmên PKK’ê nebûya, wê windahiyên komkujiyan, ji van gelek mezintirban.

Ji ber ku armanca vê êrişê ew bû ku dawî li qewmê Êzidî bînin .”

Behêz Hisên di dewama axaftina xwe de balkişand ser xiyaneta PDK’ê û anî ziman ku planek pêşwext bû ku dawî li Êzidiyên li herêmê bînin.

Hisên destnîşan kir ku niha li Parlamentoya Başûrê Kurdistanê divê bi fermî Nûnerên Rêveberiya Xweser a Şengalê hebe. Ev civak xwe bi xwe rêvebibe.”

Back to top button