Menan Cafer: Em nikarin PDK’ê weke hêzeke Kurdistanî bihesibînin

Nivîskarê Kurd Menan Cafer diyar kir ku ji ber helwestên PDK’ê û destekdayîna dijminê Kurdan, ew nikarin wê weke hêzeke Kurdistanî bihesibînin.
Hunermend Welîd Doskî jî li dijî dagikeriya dewleta Tirk li Başûrû Kurdistanê, banga hişyariyê li hunermendan, kir.

Hevkariya PDK’ê ya bi Dewleta Tirk re, di êrîşên li ser gerîla û dagirkirina axa Başûrê Kurdistanê de, dewam dike.

Li hemberî vê hevkariyê pêla nerazîbûnê jî berfireh dibe.

Li ser mijarê, Nivîskarê Kurd Menan Cafer diyar kir ku tevgerên PDK’ê yên bi dewleta Tirk a dagirker re, asta têkiliya kûr û stratejîk a di navbera wan de eşkere dike ku dixwazin Tevgera Azadiyê tine bikin.

Cafer anî ziman ku ji ber PDK’ê çarenûsa xwe bi dagirkerên Kurdistanê ve girêda ye ew êdî ji dijmin jî xetertir e wiha domand:

“Bi ti awayî em nikarin PDK’ê wekî hêzeke ku Kurdistanê diparêze, bihesibînin.

Ew tevgereke ku li dijî gelê xwe, xeta xiyanetê hilbijartiye.”

Nivîskarê Kurd Menan Cafer di dawiyê de bang li PDK’ê kir ku dawî li hevkariya li gel dewleta Tirk ya dagirker bîne.

Welîd Dostkî: Di serî de hunermend divê herkes li ber dagirkeriyê rabin

Hunermend Welîd Doskî jî êrişên dewleta Tirk weke binpêkirina serweriya xaka herêmê bi nav kir û ji hunermendan xwest ku beriya her kesî, li dijî dagirkeriyê rawestin.

Welîd Doskî got:

“Bê guman dijmin dixwaze xaka Kurdistanê dagir bike, divê hunermend ji herkesî zêdetir hişyart bin.

Divê her kes dijî dagirkeriyê xwedî helwest be.”

Back to top button