Dagirkeran li Biradost 12 welatî êşkence kir û girt

Artêşa dewleta Tirk a dagirker duh êvarî 12 welatiyên Başûrê Kurdistanê girt û hejmarek hespên wan kuştin.

Dewleta Tirk li başûrê Kurdistan ji ber cesareta ku PDK’ê girtiye li ser axa Başûr welatiyên başûr direvîne, dikuje, êşkence wan dike ne xema wî ye.

Ajansa Rojnewsê ragihand 12 welatiyên ji gundên Dîla, Malmaluk û Mîdan ên ser bi bajaroka Sîdekan a navçeya Soran a Hewlêrê ji bo pincarê kom bikin ji peşmerga îcaze digrin û diçin herêma ciyayî.

Piştî ku gundî diçin devera çiyayî leşkerên Tirk ê dagirker pêşiya gundiyan digre, êrişê gundiyan dikin.

Şahidekî bûyerê eşkere dike dema dewleta Tirk êrişê wan dike, hin gundî ditirsin û li qadê turdikevin.

Di wê demê de artêşa Tirk gule berdane wan û hejmarek hespên wan welatiyên ku li qadê turketine kuştine.

Şahîdê biyerê diyarkirin ku leşkerên dagirker 12 welatî girtine, êşkence li wan kirine, hespê wan kuştine û heta niha çarenûsa wan welatiyan nediyar e.

Back to top button