YPG’ê şehîdên fermana 3’ê Tebaxê bi bîr anî û diyar kir ku ew ê her tim li kêleka civaka Êzdî bin.
YPG’ê bang li hêzên cîhanî kir ku li hember Şengalê bi erka xwe ya mirovî û dîrokî rabin.
Fermandariya Giştî ya YPG’ê ji bo salvegera fermana li Şengalê daxuyaniyek da.
YPG’ê hemû şehîdên fermanê bi bîr anî û hêzên ku komkujî plan kirin şermezar kir.
YPG: Di şexsê Êzdiyan de hemû Kurd kirin armanc
YPG’ê diyar kir ku komkujiya di şexsê Êzdiyan de hemû Kurd kirin armanc û got:
”Komkujiya li dijî civaka me ya Êzdî birîneke di dilê Kurdan de nayê kewandin û jibîrkirin.
Ev komkujiya li ser civaka me ya Êzdî di dîroka mirovahiyê de yek ji komkujiyên herî giran e.
Her çendî dihat zanîn ku metirsiyek li ser Şengalê heye, lê Êzdî bi komkujiyê re rû bi rû hiştin.
Ev komkujî ne tenê ji bo herêmê ji bo mirovahiyê jî şermeke mezin bû.”
YPG: Gerîla hemû planên wan têk birin
YPG’ê bal kişand ser fermanên ku berî niha li dijî civaka Êzdî pêk hatine û wiha dewam kir:
”Civaka me yê Êzdî di dîrokê de 73 caran bi van komkujiyan re rû bi rû maye.
Ev qetlîama ku ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hat, komkujiya herî mezin a di dîrokê de wan de bû.
Armanca vî komkujiyê jî temamkirina qirkirina bi dehan salan bû.
Lê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji roja destpêkê ve destwerdan kirin û ev plana têk birin.
Piştî ku korîdor hat vekirin hêzên me yên YPG û YPJ’ê ji Rojavayê berê xwe dan Şengalê.
Bi vî rengî keç û xortên ciwan ên Şengalê li rex me û gerîla cih girtin û li dijî DAIŞ’ê şer kirin.
Bi vî rengî pêşî li vê qirkirina xedar hate girtin.”
YPG: Li hember Şengalê bi erka xwe rabin
YPG’ê bang li hêzên cîhanî kir ku piştgiriyê bidin têkoşîna azadiyê ya civaka Êzdî.
Û li hember Şengalê bi erka xwe ya mirovî û dîrokî rabin.
YPG: Em ê her tim li kêleka Êzdiyan bin
YPG’ê di dawiya daxuyaniya xwe de ev peyam da:
”Em ê her tim weke duh bi hemû hêza xwe li cem civaka xwe yê Êzdî bin.
Êrişeke nû li dijî civaka Êzdî wê êriş li dijî me, li gorî vê em ê tev bigerin.
Em bawerin ku wê Şengal bibe heremekî azad û gelê me yê Êzidî bê zext û zordarî bijî.”



