Bijîşkên nexweşxana Teqteq ya Koyê tevlî boykota giştî bûn

Li başûrê Kurdistanê aloziya ji ber nedayîna muçeyan dewam dike.
Bijîjkên Nexweşxaneyên li Koyê jî beşdarî boykota giştî bûn.
Rêxistinên Silêmaniyê jî daxwaz kirin ku di zûtirîn dem de krîza mûçe were çareserkirin.

Li başûrê Kurdistanê ji ber dizî û gendeliyê aloziya aborî û siyasî dewam dike.

Bi rojane ji ber nedayîna muçeyan li gelek bajar û bajarokan boykota giştî hatiye destpêkirin.

Li gelek deveran karmendên saziyan û mamostayan dest bi boykotê kirine û naçin ser kar.

Bijîşk û karmendên Nexweşxaneya Giştî ya bajaroka Teqteq a ser bi navçeya Koyê jî dest bi boykotê kirin.

Rêveberê Nexweşxaneya bajarok Zana Rustem ragihand ku ji ber rewşa xirab ya aborî ji ber nedana mûçeyan ew dest bi boykotê dikin û naçin ser kar.

Rêxistinên Silêmamiyê piştgirî dan boykotê

Korbenda Rêxistinên Silêmaniyê bi daxuyaniyeke hevbeş piştgirî da boykotê.

Di daxuyaniyê de Serokê Korbenda Rêxistinên Silêmaniyê Berhem Qeredaxî diyarkir ku Xelkê başûr buye qurbaniyên nakokiyên siyasî yên navbera hikûmeta Herêmê û navendî de û wiha got:

“Di rêza yekem de hikûmeta Herêma Kurdistanê berpirsyarê vê rewşê ye. Daxwaz dikin ku para darayî û mûçeyê welatiyên herêmê nekin qurbana nakokiyên xwe.

Em bang li nûnerên welatan dikin ku li beramberî birçîkirina welatiyên Kurdistanê helwestê nîşan bidin.”

Mesrûr Barzanî û Qubad Talabanî li Bexdayê ne

Serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê wî Qubad Talabanî ji bo niqaşkirina mijarên mûçe û budceyê çûn Bexdayê.

Tê payîn ku vê derbarê mijarê de bi serokwezîr û berpirsên dinre hevdîtinan bikin.

Back to top button