Xwepêşandanên li Siwêdayê didomin

Gelê Siwêdayê xwepêşandanên xwe dewam dikin.
Rojane gel li qada El Kerama kom dibin û banga azadiya xwe dikin.
Xwepêşandêran teqez kirin dê heya pêkanîna daxwazên wan li qadan bin.

Azadî, serxwebûn, demokratîkbûn, dûrxistina Esed û modelek mîna modela Rêveberiya Xweser bangên xelkê Siwêdayê ne.

Ji sala 2011’an ve gelê Sûriyê banga azadiyê dike, lê rêjîma Baas tu gavan navêje û di zêhniyeta xwe desthilatdar a berê de israr dike.

Xelkê Siwêdayê: Li vê qadê rojane wê çalakî bên lidarxistin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku şêniyên Siwêdayê îro jî bi girseyî berê xwe dan qada El Kerama.

Di xwepêşandana îro de daxuyaniyek hate dayîn û wiha hate gotin:

“Dê heta dûrxistina Esed, pêkanîna biryara 2254’an, aktîvkirina biryara 2118’an, girêdana bi yekîtiya xaka Sûriyê ve, ev xwepêşandan dewam bikin.

Hate destnîşankirin ku divê tevahî girtiyên siyasî werin berdan, kesên çarenûsa wan ne diyar werin eşkerekirin û ev bang hate kirin:

“Divê Komkara Ereban, NY, rêxistinên navneteweyî, hiqûqî û mirovî erka xwe bi cih bînin û daxwazên gelê Sûriyê pêk bînin.

Çalakvanên ji Siwêdayê banga hevgirtinê li jinan kirin

Çalakvanên jin ên ji Siwêdayê jî destnîşan kirin ku divê jin bibin yek û li hember zordariya li dijî wan xwe bi rêxistin bikin.

Çalakvanên jin ji hemû jinan dixwazin ku xebatên xwe yên siyasî, tevger û çalakiyên xwe birêxistin bikin.

Sala borî jî xelkê Siwêdayê rabûbûn ser piyan û banga dûrxistina Beşar El Esed kiribûn.

Îsal jî 20 Tebaxê xwepêşandanan destpêkirin û gel daxwaza azadiyê dikin.

Xwepêşandanên li Siwêdayê bi hêrs dewam dikin

Back to top button