Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê: Divê gelê me yê Başûr helwestê nîşanî PDK’ê bide

Girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê rayedarên PDK’ê yên ku piştgiriyê didin êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin.
Girtiyan bang li gelê Başûrê Kurdistanê kirin ku helwestê nîşanî PDK’ê bidin.

Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê deniz kaya daxuyanî da û got :

“Di vê qonaxa têkoşîna bi rûmet a jiyana azad de ku ji aliyê Rêbertiya me û gelê me ve li dijî dagirkeriya Tirk tê meşandin,

rayedarên PDK’ê yên ku divê li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk helwestê nîşan bide, berevajî piştgiriya van êrişan dike.

Em rayedarên PDK’ê yên ku dibin şirîkê van êrîşan şermezar û hişyar dikin.

Em dixwazin ji helwesta ku xizmeta faşîzma AKP û MHP’ê dikin, vegerin.

Ji ber ku desthilata AKP û MHP’a faşîst li dijî Rêbertiya me , gelê me û têkoşîna azadiyê ya gelê me sonda tunekirinê xwariye.

Em bang li gelê me yê Başûrê Kurdistanê dikin ku bi ruhê Şêladizê helwestê nîşanî PDK, çeteyên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê bidin.

Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li dora gerîla berxwedanê geş bikin û di vê qonaxa dîrokî de têkoşînê geştir bikin.

Back to top button