Hunermend Beytocan li Stockholmê hat oxirkirin

Hunermendê Kurd Beytocan ku ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da li Paytexta Swêdê Stockholmê hat oxirkirin.
Gelek kes û hunermend beşdarî merasima oxirkirinê bûn.
Ji bo hunermendê Kurd li Amedê sê rojan şîn hat danîn.
Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo a Helebê jî ji bo hunermend Beytocan sersaxî xwest.

Hunermendê kurd Beytocan roja 12’ê Îlonê di 68 salîya xwe de li paytexta Swêdê Stockholmê ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da.

Îro cenazeyê hunermendê Kurd li Goristaneke paytexta Swêdê Stockholmê bi merasimekê hat veşartin.

Malbata hunermendê Kurd Beytocan, gelek hunermend, nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar, nûnerên sazî û dezgehên kurd beşdarî merasîma oxirkirina cenaze bûn.

Hunermendên kurd Armanc, Xemgîn Bîrhat, Necmedîn Xulamî û Hesen Şerîf di merasîma cenaze de derbarê bîranîn û hunera Beytocan de axivîn.

Hunermenda bal kişand ser girîngiya hunera Beytocan û têkoşîna wî ya ji bo têkoşîna gelê kurd û soza dewama têkoşîna hunera nîvmayî ya Beytocan dan.

Di dawiya merasîmê de hunermendan strana Beytocan a bi navê ‘Rinda Min’ gotin.

Ji bo hunermend Beytocan li Amedê 3 rojan şîn hat danîn

Li aliyê din Malbata hunermendê kurd Beytocan li Mizgefta Bedîuzzeman a li navçeya Peyasê ya Amedê şîn danî.

Şîna hunermend Beytocan wê 3 rojan berdewam bike.

http://mezopotamyaajansi35.com/kr/HEM-NCE/content/view/218649

Navenda Cemîl Horo ji bo hunermend Beytocan sersaxî xwest

Endamên Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo ya Helebê û Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand û Hunera Jinan jî li navenda Cemîl Horo ya li taxa Eşrefiyê bi daxuyaniyekê ji bo hunermend Beytocan sersaxî xwestin.

Daxuyanî ji aliyê Rêvebera navenda Cemîl Horo Hediya Osman ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin Beytocan yek ji hunermendên nûjen yê hunera kurd e û wiha hat gotin,

“Hunermend Beytocan gelek stran nivîsandin. Di rêwitiya xwe ya hunerî ya zehmet de çar album derxistin. Wefata wî ji bo hunera Kurd windahiyeke mezin e.”

Back to top button