Hêzên PDK’ê êrîş birin ser çeperên gerîla

Bi salane dijminên Kurdan ji bo şerekî navxweyî planan digerînîn.
Ji bo serxistina vê yekê jî PDK kirine amûra vê hewldanê.
Hate ragihandin ku çekdarên PDK’ê yên duh bi 200 wesayîtên zirxî derbasî Sîdekanê bûbûn vê sibehê êrîş birin ser çeperên gerîla.
Hêzên gerîla jî bersiv dan êrîşê, aloziya li qadê hîn jî dewam dike.

PDK êdî bi awayekî eşkere li hemberî Tevgera Azadiyê ku ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê bedelên giran dide şer îlan kiriye.

Duh êvarê PDK nêzî 200 wesayîtên leşkerî ber bi navçeya Sîdekan ya herêma Biradostê veguhest.

Hate ragihandin ku çekdarên PDK’ê yên derbasî Sîdekanê bûbûn vê sibehê êrîş birin ser çeperên gerîla.

Li gorî agahiyan beşek ji van çekdaran li Gewriya Zînê ya qada Goşînê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê hedef girtin.

Hêzên gerîla bersiva êrişan da

Hate diyarkirin ku hêzên gerîla jî di çarçoveya parastina rewa de bersiv dan êrîşê û şer qewimî.

Heman çavkaniyan ragihandin ku hîn alozî û gengeşe li qadê didome.

PDK’ê hêz şand qadên Gerîla

Back to top button