KCDK-E: Hikûmeta Iraqê dixwaze projeya Erdogan bibe serî

Sazî û rêxistinên Kurdistanî yên li Ewropayê nerazîbûn nîşanî plan û êrîşên li ser Şengalê dan û bang li Hihûmeta Iraqê kirin ku vîna xelkê Şengalê nasbike.
Bang li gelê Kurd û dostên wan yê li ewropayê jî hat kirin ku li dijî êrîşên li ser Şengalê dakevin qadan.

Li ser daxwaza dewleta Tirk hikûmeta Iraqê zextê li asayîşa êzdîxanê dike ku asayîşê radestî wan bikin û ji Şengalê derkevin.

Li dijî gefên hikumeta Iraqê yên li ser Asayîşa Êzidxanê ya Şengalê, Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê-KCDK-E daxuyanîyek da.

KCDK-E diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze pergala Şengalê ya ku bi xwîna şehîdan hatiye avakirin ji holê rake û wiha got:

“Dîktator Erdogan vê yekê nikare yekser pêk bîne, lewma dixwaze bi destê hikumeta Iraqê û PDK’ê pêk bîne.

NY, Iraq, PDK ên ku Şengal di nava komkujiya DAIŞ’ê de hiştin, niha dixwazin şengalê ji destê parêzvanên Şengalê derxînin û radestî şebekeya xiyanetê bikin.

Em vê yekê qebûl nakin, çi dibe bila bibe emê li berxwe bidin.”

KCDK-E bang li gelê Kurd û dostên wan ên l Ewropayê kir ku li dijî siyaseta kujer, qirêj û nexêr, bi ruhê seferberiyê li her devera ku lê ne rabin ser piyan.

TJK-E: Divê hikûmeta Iraqê vîna şengalê nas bike

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê -TJK-E’yê jî li dijî gef û êrîşên hikûmeta Iraqê ya li ser Şengalê daxuyaniyek da.

TJK-E’yê diyar kir rêveberiya xweser a Şengalê ku bi berdêlên mezin hatiye avakirin nayê dîtin, tê ferzkirin ku hêzên asayîşê dewrî Iraqê bikin û got:

”Ev ferzkirin rê li fermanên nû vedike, êrîşên nû yên dagirkirinê dipejirîne û bang li êrîşên nû yê dagirkirinê dike.”

TJK-E’yê bang li hikûmeta Iraqê, hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê û hêzên navnetewî kir ku vîna Şengalê nas bikin, bersiv bidin banga diyalogê ya rêveberiya Şengalê.

Back to top button