Rêveberiya Xweser banga helwesta cidî li Rûsya û Amerîkayê kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li Rûsya, Amerîka û NY`yê kir ku hewlestên cidî li dijî êrişên dewleta Tirk nişan bidin. Her wiha bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li hundir û derveyî welêt kir ku ji bo şermezakririna êrişên dewleta Tirk dakevin qadan.

Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê ragihand ku Ev êriş binpêkirina qanûnî û exlaqî ji lihevkirinên di navbera Rûsya, Amerîka û dewleta Tirk de nişan dide.”

Her wiha diyar kir ku ev êrîş berdewama êrişên ku dewleta Tirk li dijî gelê başûrê Kurdistanê pêk tîne û Ev yek yekser hedefgirtina îradaya jinan û têkoşîna wan a demokratîk e.

Rêveberiya Xweser tekez kir ku ev êriş tu carî têkoşîna wan a demokratîk bi paş de naxe bi taybet têkoşîna jinan û berxwedana wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Herî dawî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li Rûsya, Amerîka û NY`yê kir ku helwestên cidî û diyar der barê êrişên nerewa de, nîşan bidin.

Back to top button