Zelensky: Piştî Buça Rûsya rêbaz guhert

Piştevaniya ji bo Ûkrayna di qada navnretwî de zêde dibe. Serokomarê Ûkrayna Zelensky got: Piştî bûyerên li Buça, Rûsya rêbaza şer guhertiye û dest bi tinekirina belgeyên sucê şer kiriye. Wezîrê Karên Derve yê Ûkrayna Kuleba jî ji welatên rojava çekên nû xwest û got: Ji bo şer li nava Ûkrayna de bimêne pêwistiya wan bi çekên nû heye. Wezîrê Rûsya Lavrov jî dibêje pêşnûmeya peymana nû ya ji aliyê Kîevê ve hatî nayê pejiradin.

Krîza Ûkrayna di rojeva sereke ya cîhanê de cihê xwe digre.

Serokomarê Ûkrayna Volodymyr Zelensky bi peyameke vîdeoyî balkişand ser bûyerên li bajarê Buça.

Zelensky anî ziman ku Rûsya piştî bûyerên li Buça rêbaza xwe ya şer guhertiye û wiha got:

Rûsya rêbazên xwe guhert.

Û li bajar û herêmên ku sucê şer kiriye, ji bo veşêre vê carê dest bi tinekirina belgeyan kiriye.

Ew ê nekarin ji berpirsyariy birevin.

Ji xwe hezaran welatiyên me winda ne.

Ji Wezîrê Karên Derve yê Ûkrayna bo NATO: Ji bo şer di Ûkrayna de bimêne, çekan bidin me

Wezîrê Karên Derve yê Ûkrayna Dmitro Kuleba beriya civîna Wezîrên Karên Derve ya NATO ku doh despêkirî ji çapemeniyê re aixvî û wiha got:

Pêwistiya me bi hîn çekên din ên zêdetir heye.

Bi vî awayî emê bikarin şer di nava xaka Ûkrayna de bihêlin.

Ger ev yek bibe, wê rê nedin ku şer di ser Ûkrayna re derbasî welatek din bibe.

Em çiqasî çekan zû bigrin wê ewqas jiyana welatiyan xelas bikin.”

Stoltenberg: Hêvî dikim em ê hemû pêwistiyên Ûkrayna pêk bînin

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg jî got:

“Ez di wê baweriyê de me ku em ê hewcedariyên Ûkraynayê yên ji bo zêdetir sîstemên parastina esmanî, çekên dijî tank, çekên sivik û giran û gelek cureyên piştgiriyê çareser bikin.”

Di vê navberê de, Meclisa Nûneran a Amerîkayê pêşnûmeqanûnek li ser belgekirina sucên şer yên Rûsya li Ûkrayna kirî, erê kir.

DYA, Brîtanya û Awistralya cezayên nû ser Rûsya hatin ferzkirin

Biryar hat dayîn ku 4 dîplomatên Rûs ên li Awistryayê bi cih bûne, bi hinceta ku Peymana Viyanayê binpê kirine, dersînor bikin.

Piştî DYA, Brîtanya jî cezayên li dijî Rûsyayê zêde kirin.

Di daxuyaniya Ofîsa Serokwezîriya Brîtanya de hat destnîşankirin ku hemû mal û milkên bankaya herî mezin a Rûsyayê SberBank hatin cemidandin û hemû veberhênanên biyanî yên nû yên ji Îngilîstanê ber bi Rûsyayê va bi dawî bûn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku heta dawiya 2022’an hemû îtxalata komir û nefta Rûsyayê wê bên rawestandin.

Lavrov: Ûkrayna pêşnûmeya peymana nû şand

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî diyar kir ku Ûkrayna pêşnûmeya peymana nû şandiye û wiha got:

Pêşniyara Ûkrayna, Kirim û Donbassê di hevdîtina Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Ûkrayna Volodymyr Zelensky de wê bên gotûbêj kirin.

Lavrov anî ziman ku ev nayê pejirandin.

Back to top button