Li Şengalê 2 kes bi vîrûsa Coronayê ketin

Li Şengalê ku heta niha xwe ji vîrûsa Coronayê parastiye, 2 kes bi vîrûsê ketin.

Komîteya Tenduristiyê ya Şengalê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku ji 24’ê Sibatê dema belavbûna vîrûsê li Iraqê û vir ve wan li Şengalê tedbîrên xwe girtine.

Komîteyê ragihand, ku li gel zor û zehmetiyan, her wiha nebûna derfetan, wan heta niha nehiştibûn vîrûs bigihêje Şengalê.

Hat gotin ku ji ber xemsarî û tedbîrên sist ên li ser rêya navbera Şengal û Mûsilê, ku hêzên leşkerî yên Iraqê kontrol dikin, vîrûs derbasî herêmê bûye.

Hate ragihandin ku li navçeya Sinûnê 2 kes bi vîrûsa Coronayê ketin.

Komîteya Tenduristiyê ya Şengalê bang li gel, hêzên leşkerî û hemû berpirsyaran kir ku bi erk û berpirsyariyên xwe rabin û tedbîran bi cih bînin.

Back to top button