ji sedî 86 beşdarvan diyar dikin ku divê hemû partiyên kurdî beşdarê hevdîtinan bibin

Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk-NRLS’ê li ser yekitiya neteweyî ya Kurd li Rojava anketek çêkir.

Ji sedî 95’ê beşdaran hevdîtinan erênî dibîne, ji sedî 86 dibêje ji bo serkeftina vê pêvajoyê divê hemû partî beşdarê hevdîtinan bibin. Ji sedî 65’ê wan jî bawer dikin ku hewildanên yekîtiyê wê encam bigre.

Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk-NRLS’ê derbarê yekîtiya netewî de di navbera 5’ê Tîrmeha 2020’an û 21’ê Tîrmeha 2020’an de ankêtek çêkir.

Ev ankêt rû bi rû bi şêniyên bajarên Hesekê, Qamişlo, Girkê Legê, Amûdê, Dirbêsiyê, Til Temir, Tirbespiyê, Dêrikê re pêkhat.

1378 kes beşdarê ankêtê bûn.

Ji sedî 95 hevdîtinê erênî dibînin

Ji sedî 95’ê beşdarên ankêtê, pêşengtiya QSD’ê ya di hevdîtinên yekîtiyê de bi awayekî erênî dibînin.

Ji beşdaran ji sedî 41.1’ê wan wek astengiya pêşiya yekîtiyê, berjewendiyên teng ên partiyan,
ji sedî 43.3’ê wan jî girêdana partiyên Kurd ji aliyê derve re wek asteng dibînin.

Ji sedî 73.1 beşdarvanên ankêtê ji bo xebatên yekîtî baş bi rêve biçe dixwazin danûstandinên li Qamişlo bidome.

Ji sedê 86 beşdervanan divê hemû partî beşdarê hevdîtina bibin

Ji sedî 86 jî di wê baweriyê de ne ku ji bo hevdîtin bi ser bikevin divê partî hemû tev li hevdîtinên ji bo yekitiyê bibin.

Ji sedî 65 dibêje wê hevdîtin encam bigre

Tevî ku danûstandinên yekîtiyê hêdî dimeşe, her çendî dewletên wek dewleta Tirk asteng bikin jî
hîn hêviya gelên kurd ji yekîtiyê heye.

Ji sedî 65 beşdarên ankêtê pê bawer dikin ku wê hevdîtinên yekîtiyê encam bigre.

Back to top button