Hikumeta Ermenistanê ragihand ku wan dronek, frokeyeke şer û 6 panzerên Azerbeycanê teqandine.
Navenda ragihandina hikumeta Ermenistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku di 24 saetên derbasbûyî de, dronek, frokeyeke şer û 6 panzerên Azerî hatine teqandin, her wiha 120 leşkerên Azerî û çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin.
Li gorî daxuyaniyê, hêzên Ermenî 5 hezar û 959 endamên hêzên bi ser Azerbeycanê ve jî heta niha hatine kuştin.
Navendê diyar kir jî ku ji destpêka şerê li Qerebaxê, wan 181 dron, 21 frokeyên şer, 16 helîkopter û 4 pergalên mûşekan ên artêşa Azerbeycanê rûxandine.