Artêşa Tirk dîsan agir bi daristanên Çiyayê Cûdî û Gabarê xist

Artêşa Tirk a dagirker dîsan agir bi daristanên çiyayên Cûdî û Gabarê xist.

Leşkerên Artêşa dagirker agir bi daristanên qûntarên Çiyayê Gabarê yên li pêşberî gundê Zêwê yê Şirnexê, xist.

Leşkerên dagirker him dişewitînin, him jî nahêlin gundî agir vemirînin.

Beriya niha jî artêşa dagirker daristanên gundê Deriyê Gabar, Deşta Dêrşew, Qernê, Bîrava, Memîrûka û bajarokê Findikê yê heman herêmê şewitandibûn.

Şewata ku li 3 qadên Çiyayê Cûdî yê girêdayî navenda Şirnexê jî rû da bûn, dewam dikin.

Back to top button