Yemen..700 dîl di navbera her du aliyên şer de hatin pevguhertin

Duh Pêncşemê 730 dîlên şer ên Hûsî, hêzên hikumeta Yemenî, Si’ûdî û Sûdanî, di bin çavdêriya NY de, hatin berdan.

Di nav kesên hatine berdan de, 15 leşkerên Si’ûdî û 4 ên Sûdanî jî hene.

Her wiha biryar e îro Înê, nifşekî din jî were berdan.

Li gorî lihevkirina di navbera aliyan de, di qonaxa yekemîn de wê hezar û 81 kes ji her du aliyan werin berdan.

Komîteya navdewletî ya Xaça Sor ragihand ku, operasyona pevguhertina van dîlan, bi hevkariya Heyva sor a Yemenî û ya Si’ûdî pêk hat.

Sala 2018’an, her du aliyên şer ên Yemenê, li ser pevguhertina 15 hezar dîlên şer li hev kiribû.

Lê ji destpêka şerê li Yemenê sala 2014’an, ev pêvajoya pevguhertina dîlan, a herî mezin e.

Back to top button