PYD’ê bi daxuyaniyekî koma pêşeng a partiya xwe bi bîr anîn

Sibê salvegera şehadeta ji pêşengên PYD’ê Şîlan Kobanê û rêhevalên wê ye..
29’ê Mijdara 2004’an ev koma pêşeng li Musilê di encama kemînekê de şehîd bûn
Meclisa Giştî ya PYD’ê bi vê boneyê daxuyaniyek da û Şîlan û hevrêyên wê bi bîranîn.

29’ê Mijdara 2004 Şîlan Kobanê û tevî hevrêyên wê Cemîl, Zekeriya, Ciwan û Fûad dema vedigeriyan Rojava li bajarê Mûsilê, di encama êrişekê de, şehîd bûbûn.

17 sal di ser şehadeta vê koma rêveberên PYD’ê re derbas dibe…

Bi vê boneyê, Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD daxuyaniyek da.

PYD’ê di destpêka daxuyaniya xwe ev koma pêşeng a partiyê bi bîranî û got:

“Em di nava şoreşeke civakî, exlaqî, siyasî û demokratîk de ne. Ji bo avakirina Sûriyeke pirrengî û nenavendî, tevî hewldanên hin hêzan jî vê projeyê didomînin..

Ev proje çareseriyek giştî ya ji bo peydakirina îstiqrar û dadmendiya civakî ji bo tevahiya Sûriyê û gelê wê ye û bi saya fedekariya şehîdan û berxwedana gelê me didome..

Rêxistin û hemû lîstokên deshilatdariya Şam û Enqereyê wê bi ser nekevin. Em li ser esasê parastina mafê gelê herêmê bi rengekî aştiyane ji diyaloga bi hemû aliyan re amade ne.

Em wek Partiya Yekîtiya Demokratîk teqez dikin ku şehadeta şehîd Şîlan û hevrêyên wê dîrokeke nû û destaneke nû ya destanên gelê me di dîroka gelan de tomar kir.”

PYD’ê di dawiya daxuyaniya xwe de anî ziman ku bîranîna van hevalan di dil û mêjiyê gel de sax dimînin û ev bang kir:

“Divê civaka navnetewî û rêxistinên mafên mirovan li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser gelê Sûriyê, rawestin.”

Back to top button