
Xebat û operasyonên taybet ên li kampa Holê li ser mukurhatinên çeteyên hatîn girtin, hîna dewam in û ew sûcên pêk hatîn, eşkere dibin.. Fermandarekî Yekîneyên Antî Terorê YAT Deniz Çiya dibêje “Bi operasyoneke taybet û li ser agahiyên ku ji girtiyên qonaxa yekemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê wergirtine, jimareke din a çeteyan ket destê wan..”
Qonaxa yekemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê, bi girtina jimarek mezin a çeteyan bi dawî bû..
Lêpirsîna bi çeteyên girtî re dewam e û roj bi roj bûyer û sûcên li kampê pêk dihatin, zelal û eşkere dibin.
Van lêpirsînan jî girtina jimareke din a çeteyan bi xwe re anî û niha 17 çete di destê hêzan de ne.
Endamê Fermandariya Giştî ya YAT’ê Deniz Çiya têkildarî operasyonên taybet ên piştî bidawîbûna qonaxa yekemîn a operasyonê, axivî.
Çiya destnîşan kir ku di operasyona yekîneyên wan a taybet de, 17 çeteyên din, hatin girtin.
Fermandar Deniz Çiya di dawiyê tekez kir “Yekîneyên wan wê xebatên xwe ên li kampê heta bidawîkirina van şaneyan û bêbandorakirina wan, bidomîne da ewlehî li kampê pêk were.”
Hefteya borî Hêzên Asayîşê qonaxa yekemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê bi dawî kir û ragihand ku tevî gelek serçeteyan, 125 çeteyên şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê hatin girtin.