Li Başûrê Kurdistanê bi çandina daran “Rojbûna Rêber Apo” hat pîrozkirin

Li Başûrê Kurdistanê jî, welatiyan bi şahî û çandina daran, Rojbûna Rêber Apo ya 72. li gelê Kurd û tevahiya mirovahiyê pîroz kir.

Mîna her çar parçeyên welêt, li bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê jî, 4 Nîsanê “Rojbûna Rêber Apo” bi şahî û çandina daran hat pîrozkirin.

Li bajarokê Rizgarî yê navçeya Kelarê ya Germiyanê, salvegera Rojbûna Rêber Apo ya 72. bi çandina 72 şitilên daran ji hêla Tevgera Azadî ve, hat pîrozkirin.

Bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK), li Girê Mame Yare yê Silêmanî û rêya di navbera Kerkûk-Silêmaniyê de jî, Rojbûna Rêber Apo, bi çandina 72 daran hat pîrozkirin.

RJAK’ê got:

“Pîrozkirina vê rojê, tê wateya xwedîderketina li ked û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan a ji bo azadiya jinê.”

Bi pêşengiya RJAK’ê, li gundê Derokotir yê Binarê Qendîlê jî çalakî hebû..

Her wiha li Çiyayê Kortek ê heman herêmê, li Baxçeyê Rêber Apo, welatiyan bi çandina daran 4 Nîsanê pîroz kir.

Paşê, Hevseroka Şaredariya Binarê Qendîlê Awaz Ismaîl bi daxuyaniyekê anî ziman ku,

“Rojbûna Rêber Apo, rojbûna jina azad e. 4 Nîsanê li hemû jin û gelên azadîxwaz pîroz be.”

Back to top button