Polîsên Tirk destê sibê bi ser Komeleya Jinê ya Rosayê de girt û gelek kes xistin jêr çavan.
Li gorî agahiyan, di saetên serê sibehê de, polîsên Tirk bi ser Komeleya Jinê ya Rosayê de girt û lêgerîn da destpêkirin.
Di encamê de, dayîka aştiyê Nezahat Teke û gelek kes hatin binçavkirin.
Heta niha jî sedema vê yekê nehatiye zanîn..
Li ser bûyerê, komeleyê got:
“Em ê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin, em li vir in em ê li vir bin.”
Nûçegihana JIN NEWS Berîtan Canozer hat binçavkirin
Polîsan her wiha di heman demê de bi ser mala nûçegihana JIN NEWS’ê Berîtan Canozer de jî girt û ew kirin bin çavan.
Berîtan birin Emniyeta Amedê û hinceta binçavkirina wê nehat zanîn.