Çeteyên Dewleta Tirk li gundê Anqelê yê Şiyê şêniyek revand

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê li dijî mirov, xweza û dîroka Efrînê hovîtiya xwe didomînine.

Çeteyan li gundê Anqlê yê Efrînê şêniyek revand û li navçeya Mabata jî şûnewaran talan dikin.

Çeteyan li Efrînê jî 200 dar qutkirin.

Tenê rojek maye ku 2 sal li ser dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê ya dagirkirina Efrînê re derbas bibe.

Di nava vê dema ku dagirkriya dewleta tirk des bi êrîşa dagirkerî kirî heta niha rojane kiryarên guhartina demografiya herêmê pêk tînin.

Ji xwe revandin bûye karê sereke yê dagirkeriyê.

Dîrok û şûnewarên Efrînê jî ji aliyê dagirkeran ve têne talankirin.

Rêxistina mafê mirovan li Efrînê diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker şêniyê bi navê Ehmed Hecê (35) ji gundê Anqelê yê navçeya Şiyê revand û ji bo serbest were berdan ji malbata wî 2 hezar dolar xwestin.

Çete Şûnwarên navçeya Şiyê û mabata yên Efrînê talan dikin

Li heman gundî çete ji bo talankirina şûnewar û lêgerîna zêran cihên dîrokî xera dikin.

Navenda çavdêriya mafê mirovan ya Sûriyê jî da zanîn ku çeteyên dagirkeriya Tirkiyê deverên şûnwarî di navbera gundên Şîtka û Kaxirê talan dikin.
Çete li ser şêniyên gundên Zerka û Çobana yên Efrînê bace ferz kirin

Li alîyek din malpara Efrînpost diyar kir ku çeteyan li ser her malbatek ji gundên Cobana û Zerka yên Reco 2 teneke zeyt weke bace ferz kirin.

Li gundê Meimila yê Recoyê jî çete li ser her malbatek ku xizmekî wan li Ewropayê heye, 25 hezar L.S bace ferz kirin.

Çete li gundên Efrînê 200 Dar qut kirin

Her wiha çavkaniyên herêmê ragihandin ku çeteyan ji bo bazrganiya bi êzngan bikin, ji duh ve nêzî 200 darên daristanê yên li gundên Gaziya û Gundê Mezin yên Efrînê birîn.

Birîna daran îro jî dewam bû.

Back to top button