Meşa dirêj a ciwanan di roja 2. de gihaşte navçeya Girkê Legê

Nerazîbûnû çalakiyên Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî gef û êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser başûrê Kurdistanê û li ser herêmê dewam dikin. Li gelek deveran êriş û dagirkerî bi meş û daxuyaniyan hate şermezarakirin û peyama bilindkirina têkoşînê hate dayîn.

Li dijî êriş û gefên dagirkeriya Tirk li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe çalakiyên xwe dewam dikin.

Meşa dirêj a bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûrî û Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja 2’yan de dewam dike.

Îro ciwan ji Tirbespiyê ber bi navçeya Girkê Lekê meşiyan.

Meşa dirêj dê sibe li navçeya Dêrikê bi dawî bibe.

Rêverbeiya Xweser a herêma Cizîrê li dijî gef û êrişan daxuyanî da

Rêverbeiya Xweser a Herêma Cizîrê jî li dijî gef û êrişên dagirkeriya Tirk daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin armanca dewleta Tirk ji van gef û êrişan têkbirina ewlehî û aramiya herêmê û belavkirina tevliheviyê ye.

Rêveberiyê îşaret bi projeya mêtîngeriyê ya dagirkeriya Tirk kir û got “armanc jê bicihkirina çeteyên terorîs û guhertina nasnameya herêmê ye.”

Di daxuyaniyê de sûc û binpêkirinên dagirkeriya Tirk li herêmê hatin şermezarkirin û bang li civaka navdewletî hate kirin li hember vê yekê bi berpirsyariyên xwe rabe.

Meclisa Malbatên Şehîdan li Qamişlo êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişlo jî bi daxuyaniyekê gef û êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kir.

Meclisê diyar kir ku dewleta tirk bi van êrişan dixwaze DAIŞ’ê li herêmê zindî bike û tevlihevî belav bike da ku armncên xwe li herêmê pêk bîne.

Meclisê tekez kir ew ê li dijî van êrişan têkoşîn û berxwedaniya xwe bilind bikin.

Li Minbicê li dijî gef û êrişên dagirkeriya Tirk meş hat lidarxistin

Şêniyên Minbicê jî bi heman armancê bi pêşengtiya Partiya Sûriya Pêşerojê meşek li dar xist.

Piştî meş veguherî mitîngê li ser navê Partiya Sûriya Pêşerojê daxuyanî hate dayîn.

Di daxuyaniyê de îşaret bi projeyên mêtîngeriyê yên dewleta Tirk hate kirin û hate gotin armanc jê guhertina demografiya herêmê ye.

Şêniyên Reqayê bi meşekê êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin

Şêniyên Reqayê jî tevî endamên Partiya Sûriya Pêşerojê li dijî gef û êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê daketin kolanan.

Meş li navenda bajarê Reqayê veguherî mitîngê.

Di mitîngê de li ser navê Partiya Sûriya Pêşerojê daxuyanî hate dayîn.

Herwiha plan û êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê hatin şermezarkirin û li dijî êrişan soza bilindkirina têkoşînê hate dayîn.

Şêniyên Dêra Zorê li dijî gef û êrişên dagikeriya Tirk daketin kolanan

Şêniyên Dêra Zorê jî bi meşekê nerazîbûnên xwe li dijî gef ê êrişên dagirkeriya Tirk nîşan dan.

Di çalakiyê de daxuyanî hate dayîn û bang li dewletên garantor hate kirin ku li dijî êrişan bi berpirsiyarên xwe rabin û rê li ber dagirkerî û sûcên wan bigirin.

Back to top button