“Koalîsyona Navdewletî serçeteyekî DAIŞ’ê li Serê Kaniyê kuşt”

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî ragihand ku Koalîsyona Navdewletî serçeteyekî DAIŞ’ê li herêma Serê Kaniyê ya dagirkirî bi êrîşeke asîmanî kuşt.

Li gorî navendê, drona ku tê payîn a Koalîsyonê ye, duh erebeya serçete Omer Ebdullfetah li gundê El-Dehman a Serê Kaniyê ya dagirkirî kir armanc û hatiye kuştin.

Heman çavkaniyê da zanîn ku navê serçete yê rastîn nehatiye naskirin, lê nasnameya ku qaşo meclisa Serê Kaniyê daye wî, pê re bû.

Navenda Belgekirinê destnîşan kir ku ev cara yekê ye Koalîsyona Navnetewî serçeteyên DAIŞ û Qaîdê li Serê Kaniyê dike armanc, tevî berî niha 20 êrîş li Heleb û Idlibê pêk anîbûn…

Back to top button