Li Sîdekan a Başûrê Kurdistanê artêşa Tirk ciwanek gulebaran kir û wî birîdar kir.
Li gundê Şapan a ser bi bajaroka Sîdekan artêşa Tirk ciwanek gulebaran kir.
Li gorî agahiyan 2 gule li ciwanî ketin û ew li nexweşxanyê hat rakirin.
Ciwan hatî gulebarankirin navê wî Newzad Reşîd e û 32 salî ye û pêşmerge ye.
Hat zanîn jî ku di dema ku ev bûyer pêk hatî ti şer û alozî li herêmê nebû.
Li aliyeke din, Artêşa Tirk îro ji çiyayê bajarokê Batîfa ya ser bi Zaxo ve ketin gundê Banikê û çend saetan di nava gund de man.
Rêveberê bajaroka Batîfa Dilşêr Ebdulstar got ku ev çend roj in artêşa Tirk li sînorê Batîfa topbaran dike û îro ketin nava Banika binî.
Li gorî Rêveberê bajaroka Batîfa, artêşa Tirk 3 malên welatiyan teqandin û vegeriyan li serê çiyayî.