Xelkê Besrayê daketin qadan û ofîsa parlamentoya Iraqê şewitandin

Derbarê kuştina akitivîstan hêrsa xelkê Besrayê ya Iraqê bilind bûye, îro xelk daketin qadan û ofîsa Parlamentoya Iraqê ya Besra şewitandin.

Hefteya borî aktîvîsta xwepêşandanên Besra ya bi navê Rîham Yaqûb ji aliyê kesên nenas ve hate kuştin.

Ev jî bû sedema bertekên xelkê Besrayê ku îşev dest bi xwepêşandanan kirin.

Xwepêşanderan li qada Cubeylî çûn li ser Ofîsa Parlamentoya Iraqê ya Besra û şewitand.

Xwepêşandanên Besra ji Parlamentoya Iraqê dixwazin ku di nava 48 saetan de Waliyê Besra Eshed Îdanî ji kar dûr bixe.

Îro jî balyozên welatên Ewropî û gelek balyozên welatên din ên li Iraqê derbarê kuştina akitivîstan de bertekên xwe nîşan dan û banga cezakirina sûcdan kir.

Back to top button