Artêşa Lîbî yekînyeke topavêj a çeteyên Tirkiyê wêran kir

Artêşa Lîbî karwaneke leşkerî ya efserên Tirk kir armanc û yekîneyeke topavêjan a çeteyên dewleta Tirk bi temamî wêran kir

Îro Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihand ku wan yekîneyeke leşkerî ya topavêjê bi temamî wêran kir.

Li gorî artêşê, ev yekîne ji 3 topavêjên Howitzer ên Tirkî, 2 tank û 6 maşîneyên çekdar pêk dihat..

Her wekî artêşê anî ziman ku wan êrîşeke asmanî li ser baseke mezin ku jimarek efserên Tirk û çeteyên Sûrî tê de bûn û berê xwe didan bajarê Sêrtê, pek ani

Berdevkê artêşa Niştimanî Ehmed Mismarî jî ragihand ku tiştê vê dawiyê artêşê ji bo parastina serweriya welatê xwe pêşkêş kiriye, dibe beşekî dîroka Lîbyayê.

Back to top button