
Piştî kuştina George Floyd li ser destê polîsên Amerîkî, parlamenterin li Minneapolis, weke gaveke dîrokî, soza jihevkirina polîsa bajêr da.
Endamên meclisa herêmî ya li bajarê Minneapolis, duh ragihand ew ê ajansa polîsa bajêr ku destê wê di kuştina Floyd de hebû, ji hev bikin.
Seroka Meclisê anî ziman ku “ew ê berdêl û sîstemeke nû ji polîsê re deyînin.
Ev gav, piraniya dengên endamên meclisê girt û veto jî nehat bikaranîn.
Li gorî meclisê, polîsa bajêr nema tê çaksazkirin, ji lew re ew ê sîstema heyî bi dawî bikin.
Beriya 2 hefteyan, welatiyekî Amerîkî yê çermreş li ser destê polîsekî Amerîkî hate kuştin, vê yekê hişt xwepêşandan ne tenê li welêt, li belê li seranserî cîhanê li dar bikevin.