Mihemed Çîre: Divê gel û hêzên siyasî li hember siyaseta Tirkiyê bêdeng nemînin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Başûrê Kurdistanê dewam in û herî zêde sivîlên Behdînanê dibin armanc.

Berpirsiyarê Platforma Zagros Mihemed Emîn Çîre destnîşan kir ku Tirkiye bi her awayî li dijî azadiya Kurdan di nava hewldanan de ye.

Mamoste Nîhad û Çalakgerê jîngehê Mihemed jî diyar kir ku bêdengî û bêhelwestiya Iraq û hikumeta Başûr cihê mixabiniyê ye û divê rayedarên her aliyan pev re rûnin. 

Berpirsiyarê Platforma Zagros Mihemed Emîn Çîre der barê dagirkeriya dewleta Tirk de da xuyakirin ku, Tirkiye girîngiyeke mezin dide dagirkirina Başûrê Kurdistanê, lewre li wir bi dehan baregeh û navendên saloxgeriyê ava kirine û êrîşî destkeftiyên gelê Kurd dike.

Mihemed Çîre bang li gelê Başûr û hêzên siyasî kir û got:

“Nabe gelê me û hêzên siyasî li hember siyaseta dewleta Tirk bêdeng bin.

Divê bi yekîtiyê; sînorekî jê re deyînin.

Bi yekîtiya gel û hêzên siyasî, Kurd dikarin siyaseta Tirkiyê têk bibin.

Azadiya Kurdan, tenê bi yekrêziyê misger dibe.”

Nîhad Omerawî: Divê rayedarên herêmê ji bo parastina xakê, bi bexdayê re li hev bikin

Li aliyekî din, Mamosteyê herêma Balekayetî Nîhad Omerawî bang li hêz û aliyên siyasî kir, ku “li şûna hûn dostaniyê bi dijmin re bikin, bi hev re rûnin û li hemberî vê destdirêjiyê rawetin.

Omerawî diyar kir ku “divê rayedarên herêmê ji bo parastina xaka Başûrê Kurdistanê, bi Bexdayê re li hev bikin.”

Der barê bombebarana balafirên artêşa Tirk de jî, çalakgerê jîngehê Mihemed Ebdullah anî ziman ku:

“Mixabin, bi salan e balafirên şer ên dewleta Tirk, gund û gundewar û bajaran dide ber mûşek û bombeyan. Iraq û hikûmeta Başûr jî heta niha deng ji xwe neaniye û encama wê, sivîl dibin qurban.”

Ji aliyê xwe ve, welatiyên nevçeya Şêladizê jî bêdengî û bêhelwestiya her du hikûmetan weke sûc bi nav kir û da xuyakirin ku ji ber êrîşên Tirkiyê, herêm weke zindaneke vekirî lê hatiye.

Back to top button