HPG’ê: Li Zap û Metîna 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê li herêmên Zap û Metîna li hêzên artêşa Tirk a dagirker xistin.
HPG’ê ragihand di çalakiyan de 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.
Artêşa Tirk a dagirker careke din bi çekên kîmyewî qadên gerîla bombebaran kirin.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şerê li başûrê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî ya rojane weşand.

HPG’ê derbarê êrişên artêşa Tirk a dagirker û çalakiyên gerîlayan de ev agahî parve kir;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê 14’ê Îlonê bi rêbaza sabotajê li hêzên dagirker hate xistin ku dixwestin ber bi çeperên şer yên Şehîd Bahoz ve werin.

Di vê çalakiyê de herî kêm dagirkerek hate kuştin. Piştî çalakiyê dagirker neçar man paşve vekişin.

Heman rojê li Qada Çemçoyê tîmên bi tevger bi çekên giran li hêzên dagirker xistin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate kuştin û 2 dagirker jî birîndar bûn.

Li Qada Saca jî di encama çalakiya bi çekên giran de dagirkerek hate kuştin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de li herêma Metîna 14’ê Îlonê tîmên bi tevger bi rêbaza sabotajê li hêzên dagirker xistin ku dixwestin ber bi çeperên şer yên Qada Girê Amediyê ve werin.

Di encama vê çalakiyê de dagirkerek hate kuştin, dagirkerek jî birîndar bû. Di heman demê teqemeniya ku dagirkeran ji bo bombebarankirina çeperên şer amadekiribûn jî hat rûxandin.

15’ê Îlonê jî li Girê Cûdî bi çekên giran li hêzên dagirker hate xistin ku li derdora çeperên şer di nava tevgerê de bûn.

HPG’ê ragihand ev çalakî ji bo bîranîna yek ji pêşengê berxwedana mezin ya 14’ê Tîrmehê Akîf Yilmaz û Endama Meclisa PAJK’ê Delal Nûrhaq hatine lidarxistin.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk ya dagirker 6 caran bi çekên kîmyewî, 18 caran bi balafirên şer, 26 caran bi helîkopteran, bi dehan caran jî bi obus, hawan û çekên gieran qadên gerîla bombebaran kirin.

Back to top button