NY: Divê aliyên Lîbya aştiyê biparêzin û biçin hilbijartinê

Sekreterê Giştî yê NY Guterres ji ber rewşa aloz ya li Lîbyayê careke din bang li aliyan kir.
Guterres got, Çi dibe bila bibe, divê alî li ser aştî û bi lez çûyîna hilbijartinê li hev bikin.

Sekreterê Giştî yê NY daxwaz kir ku hêzên cîhanî careke din li Berlînê bi mijara Lîbyayê bicivin û da zanîn ku ev konferans “alava navneteweyî ya herî bikêrhatî” ne.

Antonio Guterres bal kişand ser wê yekê ku divê aştiya di navbera rojhilat û rojavayê welêt de were parastin û şerê navbera çekdarên Ebdulhemîd Dibeybe û Fethî Başaga de pêk neyê.

Guterres ji aliyan xwest ku “bi her awayî” aştiyê biparêzin û bilez li ser guhertinên qanûnî hilbijartinan li dar bixin.

Ev demeke li Lîbyayê du hikûmetên cuda bi serokatiya Ebdulhamîd Dibeybe û Fethi Başağa hene.

Ev rewş fikarên ku welat ji nûve bikişîne nav xeleka tundiyê ava dike.

Fethî Başaga di 24’ê Tebaxê de bang li Dibeybe kir ku aştiya xwe wek welatiyekî pêbawer ku xwîna Lîbyayê diparêze nîşan bide.

Dibeybe jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bersiva Başaga da û peyamên wî weke hewldana darbeyê pênase kir.

Back to top button